kalimah.top
a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t u v w x y z 0 1 2 3 4 5 6 7 8 9 #

weran – kengî كلمات اغاني

Loading...

ka dê dîsan kengî
xew hête çavên min
dê bînim wê dilbera naza û şirîn
kirrî u bêdengî
destpêkin xewnên min
va şevên zivistanî u diltezîn

ka dê dîsan kengî hête ser lêvêt min
ew kenî, ew girnijîn
da bes bit diltengî
bihijmêrit xemên min
ew perî, ew xemrevîn

min divêt bikeme hewar
bêjm min divêt ew
bê wê salekim bê bihar
nêçîrvanekim bê kew

min divêt keme gazî
bê wê perekim bê hêl
deryayekim ya bê masî
ya bê derav û bê gemî û pêl

min divêt bêjm yarê
hindî heme yê te me
bê te êvara biharê
xezane derdû xeme
min divêt bêjm canê
ji keniya te xerîbim
kengî gel dengê baranê
dê keziya te vehînim

كلمات أغنية عشوائية

اهم الاغاني لهذا الاسبوع

Loading...