kalimah.top
a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t u v w x y z 0 1 2 3 4 5 6 7 8 9 #

awazê çiya - fedaî كلمات أغنية

Loading...

stara li ser singê kevanê
aş danî çê aşê berxwedanî
dihêre bi destê keç û xortanî
bi xîreta şervanên kurdistanê

teyrên baz ewrê tarî qetandin
sara, ruken semah lê gerandin
sore desmal cengê de hejandin
fedayan qesra padîşah hedimandin

kombûn dercal hut û tev melkemot
li dora wa axa û begên xwefirot
barbarin ew xwînxwarên har û hov
xelata wan goristana reş û kur

teyrên baz ewrê tarî qetandin
rojhat, erdal semah lê gerandin
sore desmal cengê de hejandin
fеdayan qesra padîşah hedimandin

roj dem û hеbûna vê jiyanê
ronya rojê bedewe bê dawîye
eşq û evîn bi dil û mêjîye
sal û demsal bi ruh di vejîne

teyrên baz ewrê tarî qetandin
bi awirê çava semah lê gerandin
sore desmal cengêde hejandin
fedayan kesra padîşah hedimandin

كلمات أغنية عشوائية

كلمات الأغنية الشائعة حالياً

Loading...